PARÎS – Pêşbirka Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî ya cara 27’an li Parîsê hate kirin.
Pêşbirk bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê YXK/JXK’ê Zade Şengal destpêkê axivî.
Bavê Huseyîn Çebelî di bernameyê de axivî got, “Min sozek daye; heta ku Kurdistan ava nebe ez namirim.”
Berdevkê Jûriyê Kakşar Oremar jî bal kişande ser dagirkeriya Tirk a li ser Rojava û got, “Erdogan wê sala 2023’yan ne li ser desthilatê be. Em vê dibînin. Erdogan ji yekîtî û felsefeya me ditirse. Kurdan li Rojava ronesansek çêirine. Çavê wan li vê bar nabe. Lli Sûriyê 500 hezar mirov mirin. Li nav van bi hezaran şehîdên me hene û me beramberiya vê jî stand.”
HESEN: EM Ê PERGALA XWE YA KU ME AVA KIRIYE BIDOMÎNIN
Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen jî li bernameyê axivî. Hesen got ew li Sûriyê ji bo jiyaneke demokratîk têdikoşin, vê felseya xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan distînin, li Rojava wan pêşengî li pergaleke mezin kiriye û yên ku li dijî Vê ne bi hemû hêza xwe êrîşê tînin ser wan.
Hesen got dewleta Tirk bi fikreke pir sivik êrîşê dibe ser wan û got, “Azadiya gelê me dikikn hedef. Me şerek kir û pergalek danî. Em ê berdewamiya vê jî bînin.”
Hesen bal kişande ser agirbesta di navbeyna DYE û TC’ê de û got, “DYE û TC’ê di nav xwe de agirbestek kirin.Em ê ti peymana ku bêyî haya me jê hebe hatî kirin qebûl nekin. Ji bo Rojava me bang li artêşa Sûriyê kir. Ji bo parastina sînoran hatin. Em ji her cure rêyê çareseriyê re hazir in. Ti welatê Ereb ev hewldana dagirkirinê qebûl nekir. Ewropayê qebûl nekir. Cîhan hemû li dij vê derket.”
Piştî axaftina Diyar Mehrovî stran gotin û xelatên xelatgiran hatin belavkirin.
Di beşa helbesta Tirkî de Burhan Guneş, Ozan Alpkaya, Senar Abî, di beşa helbesta Kurdî de Nedîme Yaklav, Şakir Dalkilip û H. Mehmet, di beşa helbesta Kirmanckî de Baran Heval, di beşa çîroka Tirkî de Zeynî Arat, Îlhamî Çinar û Nûrî Ozen, di beşa çîroka Kurdî de Ramazan Kiran, Îsa Kaya û Mesûr Yurtsever xelat standin.
Piştî ku xelatgiran xelatên xwe standin Yelda Abbasî û Hîvron stran gotin û bername qediya.