SERÊKANIYÊ – Li gel agirbestê jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker didomin. Ji sibehê ve dewleta tirk a dagirker û çeteyên wan êrîşên bi çekên giran dibine ser gelek gundên Serêkaniyê.
Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wan êrîş birin ser gundê Babil Xêr, Um Işbe Û Dîrdara.
Şervanên QSD’ê li gundê Işbê sê wesayitên doçkayê yên dagirkeran rûxandin. Êrîşa dagirkeriyê ya li ser gundê Dîrdara ji hêla şervanên QSD’ê ve hate şikandin û wesayiteke bi tîpa BMB ya artêşa tirk hate rûxandin. Hate gotin li her sê gundan jî şer didome.