ROJAVA – Li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Rojavayê Kurdistanê, gel û ciwanên Başûr bi kampanyaya boykotkirina malê tirkî helwesta xwe li dijî dagirkeriyê raber dikin. Ciwanên Başûrê Kurdistanê ku li ser banga seferberiyê tevlî Berxwedana Cenga Rojava bûne û niha di çeperên şer de cihê xwe digrin, ji bo mezinkirina kampanyaya boykotê bang kir.
Ciwanên Başûr ên li Rojava di refên berxwedanê cihê xwe digrin bang li tevahî gelê Başûrê Kurdistanê kirin ku bi her awayî malê tirkî boykot bikin û piştgirî nedin aboriya şer a dagirkeriya tirk. Ciwanan da diyarkirin ku li ser her malê tirkî xwîna şehîdan heye û kîrina wan pêşî li komkujiyan tê vekirin.
Di dawiyê de ciwanan bang li tevahî ciwanên başûr kir ku beşdarî seferberiyê bibin û li dijî dagirkeriya tirk di çeperên şer de cihê xwe bigrin.