HANNOVER – Li Hannover komeke Kurdistaniyan û dostên rêxistinên çep bi hev re ji bo êrîş û dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wan ên DAIŞê li ser Rojava, şaredariya bajarê Hannover dagir kir. Bi pankart û belavokan mijara wê dagirkeriyê anîn ber çavan. Ji ber hilbijartina şaredarê nû ji bo bajarê Hannover, ji aliyê ragihandin û çapameniyê ve gelek rojnamevanên cûda ên radyo û televizyonê amade bûn.