NAVENDA NÛÇEYAN – Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê tevî agirbestê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin.
Şer û êrişên dijwar li gundewarên Serêkaniyê
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî gundewarên Serêkaniyê û Girê Spî didomîne û agirbestê bin pê dike. li hemberê jî Hêzên Sûriye Demokratîk(QSD) di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan dide. Di encama bersivdana QSD’ê de erebeyeke leşkerî ya artêşa dewleta Tirk a dagirker li gundê Hacî Cemal ê girêdayî Zirganê hat rûxandin û 22 çete ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê jî hatin kuştin. Li rexê jî QSD’ê di bersivdana êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî navçeya Zirganê de, 5 erebeyên leşkerî desteser kirin.
Piştre, artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê gundê Bab El-Xêr ê navçeya Zirganê ya Serêkaniyê topbaran kir. Di gund de di navbera QSD, hêzên rejîma Sûriyê ji aliyekî ve û artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji aliyekî dîtir ve şerekî dijwar rû da. Di encamê de QSD’ê 3 erebeyên leşkerî yên dagirkeriyê li gundê Bab El-Xêr rûxandin û bi wê re jî hejmara erebeyên ku duh hatine rûxandin bûn 11.
Li gundê Til Diyab ê girêdayî bajarê Serêkaniyê, QSD’ê êrişa artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê têk bir û şerek rû da. Di şerê ku rûdayî de erebeyek doçka li ser hat rûxandin û erebeyek ji cureya Pîk Abê tevî çeteyên tê de hatin kuştin û rûxandin. Di encamê de 7 ji artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin kuştin.
Li aliyekî dîtir jî di encama topbarana firokeya bêpîlot a artêşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundewarên Serêkaniyê de, 7 leşkerên rejîma Sûriyê birîndar bûn.
Li gor lihevkirina berê ya di navbera QSD’ê û rejîma Sûriyê de, hêzên rejîmê li herêma li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê li navçeyên Dirbêsiyê û Amûdê belav bûn.
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker depoyên genim ên li Girê Spî dizîn
Rayedarê depoyên genim ên Girê Spî Şêx Mihemed Ebdo got, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê genim û ceh ji depoyên Dehlîz û Sexrat dizîn û birin dewleta Tirkiyê.
QSD’ê xwe ji nû ve li dûrî sînor bi cih dike
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriye Demokratîk(QSD) got, li ser pêkanîna însiyatîfa Rûsyayê ya rawestandina dijminatiya dewleta Tirk a li dijî herêmê, erê kiriye û ji nû ve hêzên xwe dûrî sînorê Sûriyê-Tirkiyê bi cih kiriye. Her wiha jî bang li Rûsyayê kir ku sozên xwe û garantiya danûstandina cidî ya di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta navendî ya Şamê de pêk bîne.
Li aliyekî din jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê anî ziman, piştî vekişîna QSD’ê ji ser sînor a ber bi aliyê hundir ve û lihevkirina bi Rûsyayê re der barê hebûna polîsên leşkerî ya Rûsyayê û hêzên parastina ewlehiya sînor, ne tê wateya nepêkanîna parastina rewa li hember her binkeftineke li dijî destkeftiyên gel.
Helwest û nêrînên cîhanê der barê dagirkeriya dewleta Tirkiyê de
Malpera El-Erebeyê Net a Erebistana Siûdiyê ragihand ku Buroya Daîm a Yekitiya Parêzerên Ereb biryara darizandina dewleta Tirkiyê û serokkomarê wê Recep Teyyip Erdogan li pêş dadgehên navdeweletî ya ku xwe dispêre sîstema wîlayeta dadgerî ya navdeweletî der heqê şermezarkirina bênavber a li dijî Sûriyê ji 2012’an heta niha ve, standiye. Her wiha jî buroyê bang li tawîzdayîna zirarên aborî û civakî jî kir.
Kanala ARD a Almanyaykê jî şerkirina çeteyên DAIŞ’ê ya bi artêşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û ji nav jî DAIŞ’ê bi navê Husên El-Colanî, belge kir.