DÊRIK- Îro bi însiyatîfa gel û bi diruşma “QSD’ê vîna me ye” bi sedan Dêrikê da ku piştgirya QSD’ê bikin, daketin qadan.
Xwepêşandêran di meşê de, alên QSD’ê, wêneyên qurbaniyên êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pankartên şermezarkirina hevpeymanên navdewletî, bêdengiya navdewletî ya li beramberî êrişan ên bi nivîsên “QSD’ê vîna me ye, em ji xak û azadiyê venagerin, na ji dagirkeriya Tirkiyê, hevpeymanên li dijî vîna gelan nûnertiya me nakin” hilgirtin. Her wiha xwepêşandanan bi yek dengî slogana “Bijî berxwedana QSD’ê” berz kirin.
Meş bi Mîtîngê û bi dirumşa “QSD’ê vîna me ye” bi dawî bû.