ŞIRNEX – Polisên dagirker, mudaxaleyî girseya ku ji bo şermezarkirina qeyûman a ser Şaredariya Cizîrê, li ber avahiya HDP’ê ya Cizîrê li hev kom bûbû, kir.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Hevşaredar Mehmet Zirig ji peywirê hat girtin û qaymeqamê navçeyê Davût Sînanoglû weke qeyûm tayînî şûna wî hat kirin. Girseyeke HDP’î ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûman, li ber Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê li hev kom bû. Lê polisên dagirker mudaxaleyî girseyê kir.