RIHA – Hat hînbûn ku Çîçek Kobanê ya dîl ketibû destê çeteyên tirk ên dagirker û di dîmenên ku hatibûn weşandin de gefa serjêkirinê lê dihat xwarin, li Miduriyeta Polisan a Rihayê tê girtin.
Endama YPJ’ê Darzê Salîh Temo (Çîçek Kobanê), di çarçoveya êrîşên dewleta tirk a dagirker yên li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê de, li gundekî Kobanê dîl ketibû destê çeteyên tirk ên DAIŞ’î û El-Nusra. Çeteyan dîmenên dîlketina Temo weşandibûn û di dîmenan de gefa serjêkirinê lê xwaribûn. Derket holê ku çeteyan Temo radestî Tirkiyeyê kirine û li Miduriyeta Polisan a Rihayê tê girtin. Hat hînbûn ku malbata Temo ji Reqayê ye û 7 sal in li navçeya Pirsûsê ya Rihayê dijî. Tê gotin ku Temo bi awayekî birîndar anîne Rihayê û piştî ku hatiye emeliyatkirin û 7 rojan di nexweşxaneyê de hatiye girtin, bêyî ku birînên wê baş bibin, birine Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polisan a Rihayê. Li gel ku Temo nikare xwe li ser piyên xwe bigire û pêwîstiyên xwe bi tena serê xwe bi bersivîne jî 4 roj in li Miduriyeta Polisan a Rihayê di bin çavan de tê girtin.
Her wiha hat hînbûn ku Endam YPJ’ê Makbûle Sunger jî 3 roj in li Fermandariya Cendirmeyan a Rihayê tê girtin.
Tê payîn ku piştî karê wan ên li Miduriyeta Polisan a Rihayê, Temo û Sunger bi hinceta “endamtiya rêxistinê” sewqî Edliyeya Rihayê bên kirin.