NAVENDA NÛÇEYAN – Di roja 21’emîn a dijminatî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, hê jî binpêkirina agirbestên ranewestiye û roj bi roj binpêkirin û sûc zêde dibin.
Li gundewarên Serêkaniyê şerê dijwar û binpêkirinên nû yên dagirkerî û çeteyên wê
Duh li gundewarê Zirgan ê girêdayî Serêkaniyê di navbera QSD’ê ji aliyekî ve û artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê ji aliyekî dîtir ve de şerên dijwar rû dan. Ew jî ji ber dûbarekirina êrişan li dijî gundên Rebîat, Sode û Encel û gundê Erîşa yê navçeya Til Temirê.
Di êrişên artêşa dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê yên ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê yên li dijî gundê Rebîat ê girêdayî navçeya Zirganê de, zarokê bi navê Xidir Mihemed Tahir(10) birîndar bû. Her wiha jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di dema hewldana tîma tenduristiyê ya Xaça Sor a rakirina birîndarên li gundê Sode de, hedef girt.
Artêşa dewleta Tirk a dagirker dewriyeyeke Rûsyayê ya li nêzî sînorê navçeya Dirbêsiyê topbaran kir û di encamê de 2 sivîl birîndar bûn.
Li aliyekî din jî, artêşa dewleta Tirk a dagirker 14 leşkerên hêzên rejîmê tevî serbazê wan li Til Temirê dîl girtin û çeteyên dewleta Tirk a dagirker dîmên kiryarên wan ên dermirovî ya danûstandina bi dîlgirtiyan re, belav kirin.
Li Girê Spî teqîn
Duh li taxa Îskan a Xerbî ya bajarê Girê Spî ya ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, teqînek pêk hat.
Qamişlo
Duh(nîvro) artêşa dewleta Tirk a dagirker di saet 13:00’an de dîwarê sînor ê nêzî gundê Dêrna Axê yê girêdayî herêma Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rakir û li rexê jî dewriyeyên polîsên leşkerî yên Rûsyayê li ser sînor digerin.
Xirabbûna rewşa mirovî der barê dagirkeriya dewleta Tirk de
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der heqê xeteriyên kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên nehiştina gihandina tîma sererastkirinê ya stasyona Elûk, hişarî da û got: “Dê rewşa mirovî xerabtir bike. Ew jî ji ber qutbûna avê li bajarê Hesekê ku koçberên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker, pêşwazî kiriye.
Meclisa Kantona Girê Spî xebata vekirina kampekê ji koçberên bajarê Girê Spî û gundewarên wê re dike. Meclisê îşaret pê kir ku tenê li herêma Reqayê 2 hezar û 700 malbat koçber hene.
Li aliyekî din jî Partiya Yekitiya Suryan bang li civaka navdewletî kir ku li dijî siyaset û planên dewleta Tirk ku piştevaniya sereke ji terorîstên li Sûriyê re pêk tîne, tev bigerin û pêwîst e dewleta Tirk û çeteyên wê jî tevahî xaka Sûriyê bên derxistin.
QSD’ê: Duh 80 ji artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin kuştin
Navenda Çapemeniya QSD’ê encama şerê 24 saetên borî ragihand ku 80 çete û leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin. Her wiha jî 2 erebeyên doçka li ser û erebeyên dîtir ên leşkerî yên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî rûxandin. Li hember jî şervanekî QSD’ê bi qehremanî şer kir û gihiştin asta şehadetê.
Fişarên cîhanî li dijî dewleta Tirk a dagirker zêde dibin
Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Shoigu daxuyand ku QSD’ê beriya demê ji sînorê Sûriyê-Tirkiyê vekişî.
Meclisa Parlamentoya Amerîkayê biryar stand ku divê serok Donal Trump cezayan der barê êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ferz bike.
Li aliyekî din jî piranî almaniyan daxwaza derxistina dewleta Tirk ji NATO’yê bi sedema êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kir, yan jî cezayên aborî lê werin ferzkirin an jî qedexekirina firotina çekan lê bê birîn.