QAMIŞLO – Li gorî hevpeymana ku duh li deriyê di navbera Dirbêsiyê û Bakurê Kurdistanê de hate mohrkirin, dê îro dewriya rûsî-tirkî li seranserî sînor bigeryana.
Lê belê Tirkiyê li gorî hevpeyamê tevnegeriya, ji ber vê yekê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û polîsên Rûsya dest bi dewriyeke hevbeş ji bajarê Qamişlo ber bi navçeya Amûdê û navçeyê Dirbêsiyê kirin, paşê vegeriyan bajarê Qamişlo.