DIRBÊSIYÊ – Ji 9’ê Cotmeha 2019’an û vir de dewleta tirk a dagirker bi çeteyên xwe ê DAIŞ û El-Nusra êrîş bir ser aramiya Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê kir. Gelê herêmê ku di nava aramî û aşitiyê jiyan dikir ji ber êrîşên dagirker di nava metersiya komkujiyan jiyan dikin, ruxmê wê jî gel dev ji warê xwe bernadin. Nûçehihana me Canê li kolanên Dirbêsiyê nerînên welatiyan girt.
Ciwanê bi navê Îbeyd diyar kir ku ji destpêka êrîşên dagirker heta niha kes ji Dirbêsiyê derneketiye û wiha domand: “Moralê me bilinde, hemû kes li ser karê xwe ye, sûka bajarê wek berê hertim tijiye. Bila kes derewa neke û nebejê Dirbêsiyê vala buye, hemû kes li malê xwe û axa xwe neterikandiye.”
Xwediyê dikana cila Xalîd Mamo jî wiha nerînê xwe anî ser ziman: “Ez wek welatiyekî vî bajarî ji bajarê xwe derneketime! Kesê tirsonek ne hêjayî jiyana azad e. Em herkesî fêrî mêrxasiyê bikin. Ji bo bi mêrxasî li berxwe bidin û xwe azad bikin. Ew demê wê hêja bin ku azad bijîn. Ji ber didib xwedî ked. Ez ji tevahî dijminên Kurdan, taybetî jî dewleta tirk a dagirker û Erdogan re dibêjim; Yan em ê li ser rûşka xaka mezopotamya di navbera cemê Dicle û Firatê de li Kurdistanê em ê jiyan bikin bi azadî, an jî em ê li berxwe bidin bi qehremanî. Em amade ne ji bo welatê xwe şehîd bikevin, bila dijminê me vê baş bizanin.”
Hesen xwediyê dikana telefona jî wiha axivî: “Me tucarî êrîşên dewleta tirka nekiriye, me şer nedaye destpê kirin. Erdogan û dewleta tirk êrîşî me dike û sivîlan qetil dike. Li dijî êrîşên dagirker em ê piştvaniya şervanên xwe bikin. Gelê Dirbêsiyê heta astekê baş bi şervanan re bûn. Ez bang li tevahî gelê me dike ku li kêleka şervanên xwe li dijî dagirkeriyê şer bikin.”