CENEVRE – Ji bo bêdengiya Neteweyên Yekbûyî ya li pêşberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar bike Alî Wazîr ê Rojavayî di 24’ê Cotmehê de li pêşiya Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî bedena xwe dabû ber agir. Rewşa metirsîdar a tenduristiya wî didome.
Piştî çalakiyê 84 ji sedî yê bedena Wazîr şewitî. Tedawiya wî li Nexweşxaneya Navendî ya Zanîngeha Lozanê (CHUV) didome.
Wazîr hîn jî li beşa lezgîn a nexweşxaneyê ye. Doktoran der barê rewşa wî agahî dan û gotin ku metirsiya jiyana wî hîn jî didome.
ALÎ WAZÎR KÎ YE?
Alî Wazîr ê 31 salî ji bajarê Hesekê yê Rojava ye, zewiciye û bavê du zarokane. Wazîr 4 sal in li bajarê Essenê yê Elmanyayê ye.