NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyan dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe yên DAÎŞ û El Nûsrayê êrîşî gundê Til Werd ê navçeya Zirganê ya Serêkaniyê kirin.
Ji ber êrîşê dayikek hate qetilkirin û 5 sivîl jî birîndar bûn. Sivîl dema ku hewl didan ji gund derkevin careke din bûn hedefa êrîşê. Hate ragihandin ku gelek sivîl birîndar bûn.
Ji ber topbarana bi obus û hawanan sivîl nikarin ji herêmê derkevin û metirsî der barê jiyana wan de heye.