EYN ÎSA – Li gorî nûçeya ANHA’yê dewleta Tirk 12 gundên nêzî rêya M4 a navneteweyî ku dikeve navbera gundê Girê Spî û Eyn Îsa de radestî hêzên Rûs kirine.
Navên gundan wiha ne; Ebû Xerza, Faris, Kefîfe û Xifye yên bakurê navçeya Eyn Îsayê.
Li gor ku çavkanî piştrast kiriye, çete ji gundên li derdora M4 vekişîn. Lê vekişîn bi temamî li wan gundan pêk nehatiye.