NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê encamê şer û berxwedana 24 saetên dawî eşkere kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Ruxmê ku hêzên me yên parastina sînor di çarçoveya rêkeftinê de derbasî rewşa parastinê bûn jî, artêşa dagirker û komên çete yên bi ser ve êrîşên xwe li dijî hêzên parastian sînor ya artêşa Sûrî berdewam kirin, êrîş li ser gelek gundewarên herêmê li dar xistin û xwestin dagirkeriya xwe berfireh bikin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva van êrîşan dan.
Zirgan
Artêşa dagirker bi 50 seyareyan li derdorê gundên Eyn El-Hewa û Xirbet Cimo xwestin êrîş bibin ser çeperên hêzên hikûmeta Sûrî û gundên li derveyî agirbestê dagir bikin. Hêzên me bi armanca parastina van gundan bersiv dan êrîşan û di encam şer qewimî. Di encama şerê li vê herêmê û gundê Til El-Werd hejamrek zêde çete hatin kuştin û birîndarkirin, herwiha maşîneyek kar hat rûxandin.
Girê Spî û Kobanê
Artêşa dagirker û komên çete bi hejmarek mezin çete û piştevaniya hêza hewayî li gundên Evdikê, Çariqlî û Berberiyê êrîş li dar xistin û hewl dan herêmên nû dagir bikin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva hemû êrîşan dan û di encam şerên giran qewimîn, di hemû xetan de êrîşa artêşa dagirker û komên çete hatin şikandin.
Di bersivdana hêzên me de bi dehan çete hatin kuştin û brîndarkirin.
5 hevalên me di vê berxwedanê de brîndar bûn.”