SERÊKANIYÊ – Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan bi tank û topan bombe li gundên Til Mihemed û Eynil Hawa yên Zirganê û gundê Êrişa yê Til Temirê barandin.
Dagirkeran her wiha bombardûman li gundên Malikiye û Şewarxa yên navçeya Şera ya Efrînê û keleha Şewarxa barandin ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatine dagirkirin. Topbaranê heta serê sibehê bi giranî dom kir.