NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê encama şer û çalakiyên di çarçoveya erka xwe parastinê ya 24 saetên dwî ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir.
QSD’ê ev agahî parve kir: “Artêşa dagirker û komên çete li gelek herêmên agirbestê carek din êrîş pêk anîn hewl dan li qadên nû dagir pêxînin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşan dan û di encam de şerên giran qewimîn.
EBÛ RASÊN (ZIRGAN) Û TIL TEMIR
Artêşa dagirker û komên çete yên girêdayî wê li gundên Inq El-Hewa, Salihiyê, Ebdilselam, Mehmûdiyê, Qasimiyê, Hemdaniyê, Til El-Werid, Dirbo her wiha li gundewarên Ebû Rasen (Zirgan) û Til Temir bi çekên giran û hejmarek zêde ji çeteyan êrîş birin ser herêmên sîvîlan û xwestin dagirkeriya xwe pêş bixin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva hemû êrîşan dan û di encama wê de li wê herêmê şerên giran qewimîn. Di encama şerê giran de nêzî 58 çete hatin kuştin, gelek çete brîndar bûn û 10 wesayîtên leşkerî hatin teqandin.”