SERÊKANIYÊ – Artêşa Tirk û çeteyên wê DAÎŞ û El Nûsra saet derdorî 17:00’an bi çekên giran û panzeran êrîş bire ser Zirgan a girêdayî Serêkaniyê.
Şervanên QSD’ê di çarêoveya erka xweparastinê de bersivên tund da û panzerek tevî leşker û çeteyên li nav têk bir.
Li ser bersivdayina tund a şervanan leşker û çete reviyan.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku di êrîşê de gelek leşker û çete hatine kuştin, lê têkildarî hejmarê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Li aliyê din dema sîxûrên leşkerên Tirk xwestin bi dizî bikevin Til Temirê ji aliyê şervanan ve hate destgîrkirin.