ÇOMAN – Li bajaroka Çoman a Hewlêrê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve 5 ciwanên ku ji bo boykotkirina malê Tirkî belavok belav dikirn hatin binçavkirin. Herwiha asayîşa PDK’ê destûr neda belavokên ji bo boykotkirina malê Tirkî were belavkirin.
Li bajaroka Çoman a Hewlêrê ji bo boykotkirina malê Tirkî ciwanan li nava bazarê belavok belav dikirin. Lê di dema belavkirinê de li nava bazarê ji aliyê asayîşa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve 5 ciwanan hatin binçavkirin û rê nedan belavokan belav bikin. Ciwanên hatin binçavkirin piştî 2 saetan hatin berdan. Navê ciwanên hatîn binçavkirin û hatin berdan wihane; Ebdulwehab Ehmed Sorçî, Şiwan Ebdullah, Îbrahîm Xelîl, Xelîm Mihemed û Sermend Kerîm.
Yek ji wan ciwanên ku hatî binçavkirin û piştre hatî berdan, Ebdulwehab Ehmed ev agahî dan Rojnews’ê,”Îro danê sibehê, em hejmarek çalakvan ji Hewlêrê çûyîn Hacî Omeran û nava bazara Çoman. Me hewil da ku hezar û 500 belavokên ji bo boykotkirina malê Tirkî belav bikin. Lê asayîşa PDK’ê em 2 saetan binçav kirin. Piştre em berdayîn. Rê neda em pêngava me berdewam bikin.”