NAVENDA NÛÇEYAN – Ji 9’ê Cotmehê ve heta roja îro ya 24’emîn, êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li gel binpêkirinên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêl wê ve, didomin. Li hember jî QSD’ê berisiva hemû êrişan dide.
Li Zirgan û Til Temirê hewldanên derbasbûn û êrişan hatin têk birin
Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê êrişî gundên navçeyên Zirgan û Til Temirê kir. Li aliyekî din jî komek ji ajanên dewleta Tirk a dagirker hewl da derbasî navçeya Til Temirê bibin. Lê belê QSD’ê tevahî êriş û hewldanên derbasbûnê têk birin û derbeyên giran lê dan.
Di heman demê de artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nahêle şêniyên Girê Spî biçin herêmên Rêveberiya Xweser. Her wiha jî li dijî şêniyên ku li herêmên dagirkirî mane, fîdyeyan ferz dike.
Duh, artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê êrişî gundê Dibis ê bakur-rojavayê navçeya Eyn Îsayê kir.
Yekemîn dewriyeya hevpar li ser sînor, pêk hat
Duh yekemîn dewriyeya hevpar a polîsên leşkerî yên Rûsyayê û artêşa dewleta Tirk a dagirker li rojavayê bajrê Dirbêsiyê pêk hat. Li aliyekî din jî derwriyeke Amerîkayê bi hevkariya bi QSD’ê re li ser nuqteyên avahiyên petrolê yên li gundewarên Çilaxa û Girkê Legê pêk hat.
QSD’ê: 58 leşkerên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin kuştin
Duh, QSD’ê encama şerê 24 saetên borî eşkere kir ku 10 erebeyên leşkerî rûxandin û herî kêm 58 çete û leşkerên artêşa dewleta Tirk a dagirker jî hatin kuştine.
Her wiha QSD’ê, Meclisa Leşkerî ya Suryanî û Hêzên Parastina Jinê ya Bêt Nehrên a Suryanî duh civîneke çapemeniyê ya hevpar der barê êrişên dewleta Tirk de li dar xist. Di civînê de hat piştrastkirinê ku êrişên dewleta Tirk gefan li Aşûriyên li Çema Xabûr dixwe û hat diyarkirin ku ev êrişê bi hewldana berdewama komkujiyên Osmanî û qirkirina gelên li herêmê mayî ne.
Di heman demê de Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî di tiwttekê de got, Roja Cîhanê ya piştgiriya berxwedana Kobanê û Rojava nîşaneya wefadarioa gelên dost a bi kedên şervanan li dijî terorîstî ye.
MSD’ê: Êrişên dewleta Tirk, bi hewldana tolhildana ji rihê berxwedana Kobanê ku DAIŞ’ê têk biriye
MSD’ê anî ziman ku divê NY’yê û rêxistinên mirovî piştgiriyê bi Kobana berxwedêr bikin û hewldana êrişên li dijî wê red bikin. Her wiha MSD’ê bi daxuyaniyekê der barê boneya Roja Cîhanê ya Kobanê û piştgiriya wê, êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û diyar kir ku hewldana Tirkiyê, tolhildana ji rihê berxwedana ku DAIŞ têk biriye.
Li aliyekî din jî Endamê Komîteya Fêrkirin û Perwerdê ya Serêkaniyê Mihemed Haco da zanîn ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nêzî 25 dibistanên li Serêkaniyê rûxandine û vegerandine baregehên leşkerî. Her wiha jî bi êrişên dewleta Tirk re zêdetir 25 hezar xwedekar ji mafên xwendinê, hatin mehrûmkirin.
Partiya Komunîst a Kurdistanê bang li boykotkirina berhemên dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kir.
Helwestên cîhanê
Rêxistina Efû ya Navdewletî duh binpêkirinên dewleta Tirk derheqê sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, şermezar kir.
Sandîqeya Karkeran a koma Volkswagen a Almanyayê ya çêkirina Erebeyan, soza li hemberî sekinandina plana şîrketa avakirina kargehekê li Tirkiyê bi nirxa 1,3 milyar euro(1,4 milyar dolar) da, heta dewleta Tirk êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne.