GIRÊ SPÎ/EYN ÎSA – Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra bi wesayîtên zirxî û panzêran êrişî gundê Qenterî yê Girê Spî kirin. Li ser bersivdayîna şervanên QSD’ê li gund şer rû dide.
Li bakurê gundê Dibis ku 7 km li bakur rojavayî Eyn Îsayê dikeve, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û El-Nusra, êriş dikin. Şervanên QSD’ê bersiva êrişan dan û şer rû dide.