NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Tolhildanê di daxuyaniyên xwe de gotin ku “Li Mêrsînê 4 wesayîtên şîrketeke tûrîzmê hatin îmhakirin û li Amedê jî li dijî kulûbe û avahiyên polîsan çalakî hate lidarxistin.
Di 30’ê Cotmehê de saet di 21.30’an de endamên yekîneya me bi fîşekên hewayî ji gelek alîyan ve li gerînendetiya emniyetê ya Amedê û kulûbeyan daye. Di vê çalakiyê de derb li kulûbeyên dagirkeran û avahiyê hatiye xistin.
Di 22’ê Cotmehê de jî li navçeya Anamûrê ya Mêrsînê 4 wesayîtên şîrketeke tûrîzmê hatine şewitandin û îmhakirin.”