NAVENDA NÛÇEYAN Bi deh hezaran ji pêkhateyên kantona Hesekê ji bo Roja Cîhanî ya Rojava, daketin qadan û gotin: “Em dev ji axa xwe ber nadin û em bi QSD’ê re ne,”
DIRBÊSIYÊ
Da ku piştgiriya Roja Cîhanê ya Rojava bikin, bi hezaran şêniyên herêma Dirbêsiyê tevî beşdariya rûspiyên êlên Ereb, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl daketin qadan û meşek li dar xist.
Di meşê de, şêniyan pankartên bi nivîsên “2’ê Mijdara 2019’an Roja Cîhanê ya Rojava, her der Rojava ye , her der jî berxwedan e” û her wiha alên QSD’ê, YPJ, YPG’ê û Kongre Star jî, hildan.
Meş ji pêş Navneda Ciwanên Şoreşger dest pê kir û li tevahî kolanên bajêr ên sereke tevî diruşmên silavkirina berxwedana QSD’ê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker, gerî. Li Çerxeriya Şehîd Xemgîn meş veguhrî mîtîngê.
TIL TEMIR
Bi sedan şêniyên navçeya Til Temir meşek ji bo boneya Roja Cîhanê ya piştgiriya bi Rojava re li dar xist. Şêniyan piştrast kir ku li kêlek hêzên xwe ku terora DAIŞ’ê têk biriye û her wiha jî ku niha destanên qehremaniyê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dinivîsinin.
Şêniyan di meşê alên QSD’ê, pankartên bi nivîsên” Her der Rojava û her der berxwedan e” û wêneyên zarokên ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûne hildan, her wiha dirûşmên silavkirina Berxwedana Cenga Rojava û biratiya gelan beriz kirin.
HESEKÊ
Li bajarê Hesekê jî sedan şêniyên bajêr û gundewarên wê ji Kurd, Ereb, Sûryan û Ermen daketin qadan û piştgiriya berxwedana Rojava kir.
Şêniyan wêneyên şehîdan, alên QSD, YPJ, YPG û pankartên li ser nivîsa “Her der Rojava, her der berxwedan e”, “2 Mijdarê Roja Cîhanî ya Rojava”,”QSD nûnertiya vîna me dike” hildan.
Meş ji pêşiya taxa Miftî li bajarê Hesekê dest pê kir û ber bi qada şehîdan li taxê dewam kir.
Li taxê, meş veguhirî mîtîngê, Hevseroka PYD’ê Eyşa Hiso axivî û berxwedana QSD`ê û gelên herêmê silav kir.
Eyşa diyar kir ku aloziya Sûriyê bêyî itîrafa bi Rêveberiya Xweser a gelên herêmê çareser nabe û wiha dewam kir: “Bi saya lehengiya şervanan em gihaştin vê pêvajoyê, me gelek destkeftî û serkeftin pêk anî. Piştî têkbirina DAIŞ`ê êrişên hovan e li dijî me zêde bûn. Me jî rêya berxwedanê hilbijartiye.”
Mîtîng bi dirûşmeyên “Qatil Erdogan” û dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD`ê bidawî bû.
Hol
Bi sedan şêniyên navçeya Holê li naverasta navçeyê kom bûn û meşek ji bo boneya Roja Cîhanê ya piştgiriya bi Rojava re li dar xist. Şêniyan piştrast kir ku li kêlek hêzên xwe ku terora DAIŞ’ê têk biriye û her wiha jî ku niha destanên qehremaniyê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dinivîsinin.
Şêniyan di meşa ku li naverasta navçeyê dest pê kiriye, alên QSD’ê, pankartên bi nivîsên” Her der Rojava û her der berxwedan e” û wêneyên zarokên ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûne hildan, her wiha dirûşmên silavkirina Berxwedana Rûmetê û biratiya gelan beriz kirin.
Meş li çerxereya têketina navçeyê veguhrî mîtîngê. Li vir, ji fermandarên QSD`ê Orya, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Yasir Mihemed, bi navê Kongre Star Menal Mihemed û bi navê Meclisa navçeya Hol endama rêveber Sacîda Hesen axivîn.
Axêveran, Roja Cîhanê ya Piştgiriya bi Rojava, Berxwedana Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kir û diyar kir ku ew berxwedan êdî bû nuqteya destpêkê ya têkbirina terorê û tevahî komployên bi hewldana derbekirina destkeftiyên gelên herêmê bi tevahî pêkhateyên wê.
Li dawiyê axêveran îşaret pê kir ku gelên herêmê dê bi yek refî û di xendekê li gel hêzên xwe bin da ku êriş û planên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bingeha kuştin û dizînê ne têk bibin.
Mîtîng bi dirûşmeya biratiya gelan bidawî bû.