EFRÎN – Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê li pêşiya nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê kom bûn, alên YPG, YPJ û QSD û wêneyên şehîdan û birîndarên şer û qûrbaniyên êrişa dewleta dagirker a tirk û hildan.
Şênî ji pêşiya nexweşxaneya Avrîn dest bi meşê kirin û ber bi kampa Berxwedan heta kolanên sereke ve meşiyan û dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rojava û Berxwedana Cenga Rojava berz kirin.
Şênî li qada kampa Berxwedan deqeyeke rêz girtin, paşê endama Meclisa Herêma Efrînê Zagros Tolhildan, endama Kongreya Star Hêva Silêman û bi navê Hevserokê Desteya Rêveber a Kantona Şehbayê Şîraz Hemo axivîn.
Kesên axivîne berxwedana QSD’ê ya li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên silav kiirn, êrişî û binpêkirinên dagirkeriya Tirk derheqê gelê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şemezar kirin.
Her wiha axaftvanan gotin 2’ê Mijdarê wê bibe pêngava destpêkê ya tinekirina faşîmza dagirkeriya Tirk.
Meş bi dirûşmeyên silavkirina Rojava û Berxwedana Cenga Rojava û Serdemê bi dawî bû.