NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk vê êvarê tevî komên çeteyan gundên Umil Işbê, Til Werd û Innel Hawayê yên Zirganê bomberdûman kir. Piştî ku QSD’ê bersiv da êrîşan, şer dest pê kir.
Konvoyeke çeteyan xwest rêya M4 a di navbera Girê Spî û Eyn Îsayê qut bike. Şervanên QSD’ê bersivên tund dan çeteyan û vê hewldana wan şikandin.