SOLOTHURN – Beriya 9’ê Cotmehê êrîşên dagirker li ser Rojava destpê bikin, parlamentoya tirkiyê tezkerê derxistin. CHP’ê ya ku ji tezkerê re got “erê” helwesta xwe li dijî Kurdan diyar kir. Piştî tezkere ji parlamentoyê derket, di 9’ê Cotmehê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk a qirkir bi çeteyên DAIŞ û El-Nusra destpê kir.
Ciwanên Kurd ji bo CHP’ê û helwesta wan şermezar bikin îro şahiya wan li Swîsrê asteng kirin.
Ciwanên Kurd bi alên YPG-YPJ û wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan derketin ser dikê û armanca çalakiya xwe gotin. Di çalakiyê de ciwanan sloganên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Her der Rojava, Her der Berxwedan” berzkirin.
Polîsên faşîst ê Swîsreyê salona şahiyê vala kir û çalakiya Ciwanan rawestandin. Polîsan ciwanan di kontrola nasnameyê de derbas kir. Lê Ciwan diyar kir ku ew ê bi tu awayî destûr nede CHP’iyan ku şahî çêbikin, dema li Rojava bombe dibarin.