REQA – Panel li hola Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê bi tevlibûna bi dehan ciwanên Reqayê, endamên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Sûriye Demokratîk hate lidar xistin.
Panel bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid, endama Meclisa Sûriye Demokratîk Leyla Qehreman axivî.
Axaftvanan behsa dîroka osmanî ya xwîndar û sûcên wê der heqê gelên herêmê de ji Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, Yunan û Asur kirin. Her wiha diyar kirin ku Erdogan dixwaze heman serdema tarî vegerîn herêmê bi taybaet Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tola xwe ji ber tunebûna DAIŞ`ê hilîne.
Axaftvanan geşedanên siyasî yên dawîn li herêmê bi taybet lihevkirina di navbera QSD û Rejîma Sûriyê nirxandin û teqez kirin ku lihevkirin leşkerî ye û girêdayî ewlehiya herêmê ye. Rêveberiya Xweser hîna banga yekîtiya axa Sûriyê dike ev lihevkirina ji wê bingehê û ji bo parastina ax û welat hat.
Axaftvanan destnîşan kirin ku bi hevgirtina tevahiya gelên bakurê Sûriyê ji bo parastina herêmê ji terorê bi hezaran şehîd dane û wê li ser wê bazaran nekin.
Di dawiya panelê de meclisê daxuyaniyek da raya giştî. Daxuyanî ji hêla endamê rêveber ê meclisê Mihemed El-Abdulllah ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker bi erêkirina hêzên hegemonik bi dijwarî êrişî herêmê kir. Binpêkirinên hovane li dijî mirovahiyê û sivîlan pêk anî, çekên qedexekirî li dijî zarok, jin û temenemezin bi kar anî. Tirkiyê ji van êrişan vegerandina serfiraziyên dewleta osmanî ya tijî komkujî û xwîndar armanc dike.
Her wiha di daxuyaniyê de berxwedana Hêzên Sûriye Demokratîk li hermber dagirkeran hate silavkirin û piştgiriya hêzê ji bo rizgarkirina axê ji dagirkeran hate kirin.