DÊRA ZOR – Ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve dewleta tirk a dagirker bi çeteyên xwe ê DAIŞ û Nusra êrîşî Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê dike. Endamên Tabûra Parastinê a Meclisa Ciwanên Dêra Zor bi daxuyaniyekê ev êrîşên dagirker bi tundî şermezar kirin û diyar kirin ku ew ê ax û gelê xwe biparêzin.
Di daxuyaniya xwe de Tabûra Parastinê a Meclisa Ciwanên Dêra Zor wiha got:
“Ji dîrokê ve heta niha axa Sûriyê wek axa herî zengîn tê pênase kirin. Di her aliyê de, axa wê, gelê wê, û pirrengiya çandî û etnîkî xwe wek zengînekê derdixe pêş. Gelê Ermen, Suryan, Asur, Ereb, Turkmen, Çerkez û Kurd û gelek olên ezmanî û neezmanî wek Zerdeştî, Ezidî, Misliman, Mesîh, Yahudî, hwd. di nava aramî, aşitî û biratiyê jiyan kirine. Ev axa ku bi hezaran salan li hemû pêkhateyan xwedî derdikeve û bû şahidê hevgirtina wan a li dijî her dagirkeriyê, an hewldana talan kirina tiştên xwe û cûdakirina etnîkî û çandî ya olî hertim parastiye. Li dijî siyaseta dagirker û talan kirine tucarî serî netewandiye, berxwe dane û teslîmî dijmin nebûne. Bi saya hevgirtina gel û olên wê hertim êrîşên dagirker û talanê têk biriye. Ruxmê hemû polîtîkayên cûdakirinê û perçekirinê yên li ser civakên cîhanê û bi taybetî jî li Rojhilata Navîn ji hêla desthilatdaran û pergala kapîtalîst tê ferzkirin, encam negirtiye û wê bisernekeve. Pargala netewdewlet dixwaze bi zilm û zordestiyê fikrên xwe ên wek şovînîzm, faşîzm, lîberalîzm û pergala xwe a kapîtalîst bide rûniştandin. Lê gelê vê herêmê hertim bi yekbûn û pirr rengiya xwe bersiva herî xurt daye. Îro dewleta tirk a dagirker dixwaze vê aramî û hevgirtina gelê herêmê bi dagirkeriya xwe xera bike û zengîna vê axê dagir bike. Li dijî wan kiryarên dewleta tirk a dagirker li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê em amade ne di çeperên herî pêş de têkoşîn bikin. Em piştgiriya xwe ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD’ê) re ku yekbûna vê axê temsîl dike radigînin û amadene li kêleka şervanên wek li dijî dagirkeriyê şer bikin.”
Daxuyaniya tabûrê bi sloganên wek “Bijî Sûriyek Azad, Demokratîk û Pirreng”, “Bijî QSD” û “Bimre dewleta tirk a faşîst û alîgirên wê” bidawî bû.