MÊRDÎN – Hûnermend Erkan Benli yê ji Doza Nisêbînê girtiye û cezayê muebetê lê hat birin, bi hinceta hevdîtinekê telefonê 12 roj cezayê hucrê lê birîn.
Solîstê Koma Sê Bira Erkan Benlî yê di dema berxwedaniya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê de, di 26’ê Gulana 2016’an de hat binçavkirin û dûre hat girtin 12 roj cezayê hucreyê lê hat birîn. Benli di dema ji bo danişînê ji Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsûnê anîn Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê de, hevdîtina telefonê pêk anî bû û bi vê hincetê ceza li Benli hat birîn.
Hat diyar kirin ku Benli ji ber ku bi kesekê ku berî navê wî nedaye rêveberiya girtîgehê re axiviye, ev ceza lê hatiye birîn.
CEZAYÊ MUEBETA GIRAN LÊ BIRÎN
Benli yê hîna jî li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê weke “mêvan” tê girtin, di 16’ê Cotmehê de bi îdîaya “Yekgirtina Dewletê û Hevgirtina Welat xerab kirinê” cezayê muebeta giran lê hatibû birîn.