NAVENDA NÛÇEYAN – Di roja 26’an de êriş û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, didome. Artêşa Tirk a dagirker êrişên berfireh birin ser gundewarên Serêkaniyê, Til Temir, Zirgan û Girê Spî.
Êrişên balafiran û çekên giran
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê duh bi balafirên şer û çekên giran êrişî gundê El-Reşîdiye û Um El-Kêf ên girêdayî navçeya Zirganê kir. Her wiha bombebarana balafirên keşfê û topan li ser gundê El-Qasimiye û El-Dawidiyê yên girêdayî navçeya Til Temir, didome. Şervanên QSD’ê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrîşan da, erebeyeke BMB û tankek artêşa Tirk a dagirker li gundewarên Til Temirê, teqand.
Hêzên rejîma Sûriyê careke din li nuqteyên sînor ên li gundewarên Dirbêsiyê, belav bûn.
Di çarçoveya binpêkirin û projeyên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gelên herêmê û bi taybet li dijî kurdan, yek ji serçeteyên bi navê “Artêşa Wetenî” di xutbeya îna derbasbûyî de li yek ji mizgeftên Serêkaniyê kuştin û serjêkirina kurdan helal kir. Ev yek girêdanên wan bi çeteyên DAIŞ’ê û Cebhet El-Nusra re, isbat dike.
Artêşa Tirk rêxistineke amerîkî kir hedef û yek ji endamê wê jiyana xwe ji dest da
Endamê rêxistina “Free Burma Rangers” di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker de li dijî karwanê wan li gundewarê Til Temirê Zaw Sink jiyana xwe ji dest da. Yek ji endamê frew Burma rangers a Amerîkî got artêşa Tirk a dagirker ew kirin hedef tevî ku wan ala Xaça Sor a Navdewletî li ser erebeyên xwe hildabûn. Her wiha tekez kir ku êrîşa dewleta Tirk ne rewa ye û tê wateya dagirkirinê.
Rewşa meydanî ya Girê Spî
Di çarçoveya parastina rewa de, QSD’ê gundê Xirbit Beqer ê rojavayê başûrê Girê Spî ji artêşa Tirk û çeteyên wê yên Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê paqij kir.
Di encama bersivdayîna QSD’ê êrişên li ser rêya M4 a ya di navbera navçeya Eyn Îsa û Girê Spî de, herî kêm 4 çete kuştin û erebeyek hate teqandin.
Duh çeteyên dewleta Tirk Cebhet El-Nusra û DAIŞ hewl dane rêya M4 a herêma Eyn Îsayê bigirin, lê QSD’ê bersiva wan û çete neçar man ku ji herêmê birivin.
Di encama topbarana çeteyên Tirkiyê li gundên Minbicê, ciwanekî jiyana xwe ji dest da
Di encama topbarana çeteyên artêşa Tirk li ser gundê Ereb Hesen a rojavayê bajarê Minbicê ciwanekî jiyana xwe ji dest da. Her wiha Çeteyên artêşa Tirk hewl dan êrişî nuqteyên leşkerî yên gundê Cat ê bakurê rojavayê bajarê Minbicê bikin, lê hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldan çeteyan têk bir.
QSD: 3 erebe hatin teqandin û 15 çete hatin kuştin
QSD’ê ragihdand ku di çarçoveya parastina rewa de wan 2 panzêr teqandin û herî kêm 15 çete hatin kuştin.
Di heman demê de, QSD’ê berpirsyariya armanckirina sivîlan, êrişên xwekujî û teqandina erebeyan ên li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî diqewimin û di encamê de tirs û xofê di nava sivîlan de derdixe, girte ser artêşa Tirk.
Hêz û partiyên siyasî nameyek ji Guterres re şandin
Hêz û partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nameyek ji Antonio Guterres re şandin û tê de diyar kirin, ku bi planên Tirkiyê yên yekalî ku guhartina demografiya herêmê dike armanca neyê xapandin.