DIRBÊSIYÊ – Derbarê êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê, bi dehan ciwanên navçeya Dirbêsiyê daxuyaniyek bi raya giştî re parve kirin.
Daxuyanî ji aliyê Endamê Ciwanên Şoreşger Can Vorîn ve hat xwendin.
Can Fero ragihandin ku ew êrişên dagirkerya Tirk û çeteyên girêdayî wê li ser herêmên wan bi armanca dagirkirin û dizî û talankirinê û pêkanîna komkujiyan derheqê şêniyan de, bi yek carî red dikin.
Can Fero tekez kir ku ew amade ne ku cihê xwe di çeperên parastinê de li kêleka şervanan bigrin û xak û gelê xwe li hemberî êrişan biparêzin û wiha dewam kir: “Xaka ku bi xwîna 11 hezar şehîd hatî rizgarkirin, em ê tu carî ji dagirker û çeteyan re nehêlin.”
Daxuyanî bi silavkirina Berxwedana Cenga Rojava û dewamkirina têkoşînê heta têkbirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bidawî bû.