ŞENGAL – Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bajaroka Xanesorê ya girêdayî Şengalê bombebaran kir.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê Rojnews ji herêmê ragihandiye, balafirên şer saet derdora 13.00’an de bajaroka Xanesorê ya girêdayî Navçeya Şengalê bombebaran kir.
Nûçegihan destnîşan kir ku balafiran raste rast malên welatiyan bombebaran kirine, lê ji ber ku li ser herêmê liv û tevgera balafirên şer û yên keşfê didomin, zanyariyên berfirehtir nehatine bidestxistin.
Hat ragihandin ku balafirên bombebaran kirine, yên dewleta Tirk a dagirker in.
Tê zanîn ku di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê de, welatiyan bajaroka Xanesorê jî vala kiribûn û piştî rizgarkirina herêmê, dîsa vegeriyabûn warê xwe.
Şirovê 1