ŞÊLADIZÊ – Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker çiyayê Kuro Jehro ya girêdayî bajaroka Şêladizê bombebaran kir.
Balafirên şer ên dewleta Tirk di van saetan de çiyayê Kuro Jehro ya girêdayî bajaroka Şêladizê ya ser bi Amediyê bombebaran kir.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin balafiran du car herêmê bombeberan kirine.
Heman çavkanî diyar kirin ji ber rewşa ewlekariyê agahî derbarê zirer û ziyanên manewî û madî de ne hatiye girtin.