NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî mijdarê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Efrîn û Ezazê rêzeçalakiyên tolhildanê li dar xistin.
Di dîroka 3`yê Mijdarê de li gundê Vîla Qadî ya ser bi navçeya Şera li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hêzên me çalakiyek sekvanî li dar xistin. Di encamê de çeteyek hat kuştin.
Di dîroka 3’yê Mijdarê de li gundên Cilbirê û Basilê yên ser bi navçeya Şêrawa li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hêzên me 2 çalakiyên bi bandor li dar xistin. Lê belê encama her du çalakiyan jî nehat zelalkirin.
Di heman dîrokê de hêzên me li gundê Kil Cibrîn a herêma Ezazê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 2 çalakiyên sekvanî li dar xistin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin.
Di heman demê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî çalakiyên hêzên me gundên Soxanekê, Aqîbê û Bênê yên girêdayî navçeya Şêrawa û herwiha gundên Malikiyê, Şewarixa û Kela Şewarixa yên navçeya Şera ku piranî gelên sivîl lê dijîn bi dijwarî topbaran kirin.”