NAVENDA NÛÇEYAN – Malpera Roja Ciwan doh êvarê bi dîzaynê nû û bi parvekirina vîdeoyê li jorê dest bi weşanê kir. Malper ev demekê dirêj bû weşan nedikir. Piştî vê navberê bi nûjenkirî û naveroka nû Roja Ciwan duh dest bi weşana xwe kir. Malper bi Kurdî, Tirkî û Almanî weşanên xwe dighîne şopînerên xwe. Yên dixwazin dikarin ji adrêsa https://www.rojaciwan.eu li malperê binêrin.
Roja Ciwan di nav ciwanên Ewropayê de malbera yekem û herî demdirêj e. Di nav malperê de dikarin nûçe û nirxandinên derbarê rojevê de peyda bikin. Her wiha gelek materyalên girîng û arşîvkirî wê li ser malperê be. Malperê gelek dîmen û vîdeoyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan her wiha dengê wî yê qeydkirî û nivîsên wî weşandiye. Malper ji xeynî vê yekê di gelek karegoriyên cûda de naverokên xwe dighîne şopînerên xwe. Di malperê de dimen û nivîsên gelek şehîdên azadiyê heye ku wan di oxira berxwedana gelên Kurdistanê de canê xwe feda kirine. Yên dixwazin li ser malpêrê dikarin arşîva kovarên Stêrka Ciwan û Xwebûnê jî peyda bikin. Di Roja Ciwan de li ser mijarên enternasyonalizm, dîrok û çand-hunerê nivîs jî tê weşandin.
Di nav malperê de beşek heye ku, ciwanên Ewropa dikarin zanyarî û naverokên derbarê çalakî û aktivîteyên xwe rê bikin. Her wiha ciwan dikarin dîrok û cihê çalakiyan jî ji vir bişopînin.
Meha borî tevgerên ciwanên Ewropayê dest bi hemleya NEHÊLE kiribûn. Li ser malpera Roja Ciwan zanyarî û agahiyên derbarê vê hemleyê de tê parvekirin. Koma weşanê yê Roja Ciwan bang li hemû şopînerên xwe dike ku malperê bikar bînin; pêşniyar û nirxandinên xwe jî rê bikin ji adrêsa [email protected].