Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê QASIM ENGÎN
“Encamên Plana Islahata Şerqê erîş bûn. erîşek berfireh nêzî 13 e salan serhev li ser Kurdan meşandin. Li gore xwe koka Kurdan qelandin. Dema ku çûn ser Kurdan di vê navberê de sosyalist tine kirin, Alevî perçikandin. Oldarên rast tasfiye kirin. Û dema ku hatine ser Kurdistan jî sîstematîk qirkirin pêk anîn.
Mînak di “Di Belgeyên Fermandariya Giştî de Serhildanên Kurdan” de fermana 2. Fermandariya Tumenê ye ku di 9’ê Hezîrana 1927’an de navenda wê li Sêrtê ye wiha nivîsandine: “Lewma jî ji bo ev di demên pêş de bi zerar nebin, neçarî ye ku yên destên wan çek digirin bi temamî bên tinekirin…Yên teslîm hatine girtin radestî Alaya 18’emîn bên kirin û di dawiya harekatê de dema tên sewqkirin, yên hewl bidin birevin bên tinekirin.”
Dîsa di Berxwedana Bişar de si salên (7 Cotmeh–17 Mijdar 1927) de jî wiha nivîsandine: “Yên ku hat fêmkirin dikare çekê rabike û li ba eşqiyayan pêwendiyan wan hene, demildest hatin gulebarankirin.” Ev erîşek ewqasî dijware ku Mahmûd Esad Bozkûrd e ku heyranê Naziyan bû, bêyî eyb û fedî bi awayekî eşkere dibêje, bê wê çi were serê kesên ku ne Tirk in, “Tirk, yekane efendî, yekane xwediyê vî welatî ye. Yên ku ne ji nîjada saf a Tirk in, li vî welatî tenê xwediyê mafekî ne. Mafê xizmetkariya Tirkan, mafê xulamtiya Tirkan.” (Milliyet, 19 Îlon 1930) Sonda Tirkan jî ne kemî gotinên Mahmud Esad BozKurd in.
Di rojnamêyên demê de wek Komar, Vakît û Milîyet de gotinên wiha kêm nînin. “…Hikûmet îmhayê dicehdîne (hewl dide)… Ev hûrmêşa ku heywanên gel didizî, gund kavil dikir, êdî dike ji kokê bê birîn… Ev fesadên ku ne tenê ji bo dizîtiyek adî, li welat bi hêrsa hemleyek îrtîcayê êrîşî sînorên me kirine, vê carê eşkere ye ku tevdîrên ji bo fetisandina teqez hatine girtin. (Kemal Suphandag, Berxwedana Agirî û Haydaranî)
“Asî, di nav 5 rojan de hatin tinekirin. Yên li çemê Zeylanê bi temamî hatin tinekirin. Ji van tenê kesek jî rizgar nebûne. Li Agiriyê tevger didome. Ji duh ve li sehaya hareketê nemane. Hêzên me yên mezin, yên li çiyayên asê û bilind jî mahf kirine. Çemê Zeylanê bi sedan cenazeyî tijî ye…”
Gundên ku eşqiya çûyinê, bi temamî tên hilweşandin. Yên di herekata Zîlanê de hatin îmhakirin, nêzî 15 hezaran e. Çemê Zîlanê heta ber dev tijî cenaze bûye...” (16 Tîrmeh 1930, Rojnameya Cumhuriyet)
Lê hêna şenbertir rejîma qirker di kirinên xwe û kiryarên xwe yê Dersîmê de em dibînin.
Di Sibata 1926’an de Mufetîşê Mulkiye Hamdî Beg di raporekê de wiha dinivîsîne: “Dersîm, ji bo hikûmeta Komarê serê kînorê ye. Ji bo selameta welat teqez lazim e ku ev kînor bê emeliyatkirin û pêşî li îhtîmalên sosret bêne girtin.” Lê bila were bîra me ku erîşa Dersîm 1937’e. Ango plansaziya Dersîm hêna 11 sal berê kirine yê çawa erîş bikine.
Hêna balkêştir gotinên Serokê Serkana Giştî ya Leşkerî Fevzî Çakmak in. “Dersîmî bi mizdayinê nayên qezenckirin… Dersîm, divê beriya her tiştî wek mêtingehekê bê dîtin. Di nav civata Tirk de divê Kurdbûyîn bê helandin, dûvre jî tevlî hiqûqa esasî ya Tirk bê kirin.”
Her wiha di 1931’an de Yekemîn Mufetîşê Ûmûmî Îbrahîm Talî (Ongoren) ji bo rêbaza bê şopandin van rêz dike: “A. Tevahî pêwendiyên derve yên Dersîmê bêne qutkirin, wisa jî pêşî li êrîş û bazirganiyên wan bêne girtin, gelê ku birçî maye, bi demê re neçarî koçberiyê bê kirin û ji bo niha jî neçê ji Dersîmê bêne tehliyekirin.
Bêyî guman gotinên ku di 1932’yan de di milê Wezîrê Karên Hundirîn Şukru Kaya jî sosret in. “Lazim e em fêrî Dersîmiyan bikin ku ew bi eslê xwe Tirk in.”
Dema ku plansaziyên qirêj rêvedibin bi 25’ê Kanûna 1935’an de navê Dersim dikin Tûncelî. Ji bo qirkirina Kurdan rapor li ser raporan tên pêşxistin. Yek ji wan rapora ku di sala 1935’an milê Îsmet Înonu ve hatibû pêşxistin e. “Xwedî girîngiyek mezin e ku cihên nêzî sînor û navendên mezin ên mîna Elezîz, Erzîngan û Erziromê bêne Tirkkirin…Divê em li Wan û Erzînganê bilezûbez, li Deşta Mûşê hêdî hêdî û li Deşta Elezîzê girseyên xurt ên Tirk saz bikin…Amed, ji bo bibe navendek xurt a Tirkîtiyê, xwedî wê kamilbûyînê ye ku em dikarin tevdîrên xwe bi rehetî bi kar bînin… Bedlîs, di navbera Xîzan û Motkiyê de navendek Tirkan e ku bi awayekî sûnî bi hêzên domdar ên dewletê hatiye pêkanîn. Eger Bedlîs nebûya, diviyabû ku em wê biafirînin… “Eger di demek kurt de em pêşketina Erziromê pêk bînin, em ê karibin li bakur li dijî sînor û li hundir jî li dijî Kurdîtiyê navendek saxlem a Tirkan ji nû ve saz bikin.”
Ji bo ku rejîma qirker hêna baştir werin fêm kirin gotinên Ataturk wek; “Ger di karê me yên hundirîn de merhaleyek girîng heye ew jî pirsgirêka Dersîmê ye. Kar ew e ku birîna hundirîn, ev kînêra mezin em paqij bikin û biavêjin. Û ji bo ku em vê di kok de jêkin û biavêjin çi pêwîste were kirin, û derbarê vê de jî jibo girtina bîryarê çi pêwîste di milê selayet de were dayîn” girîng in.
Ruxme ku erîşa Dersîmê di salên 1937’an destpêkirîbûn hêna di Plana Islahkirina Şerqê de behsa Dersîm dikin. Bi gotinek din ev dewleta qirker wek me li jor dît ruxme ku bi salan amadekariya erîşan dike, dema ku erîş dike jî hincetiya xwe Kurd in ango Dersîmîne. Ewqas derewe li ti derê cîhanê nînin.
Dîsa erîşên ewqasî hovane dikin lê ruxme wê xwe paqij û dûrî qirkirinan dibînin û herkesî bir qirkerî tawanbar dikin. Ruxme ku bi sed hezaran Ermenî, Sûryan-Keldan û Kurd qirkirin lê hemû sûçdar Ermen, Sûryan-Keldan û Kurd in.
Lê ruxme ewqasî derew û xebatên veşartî, yên binave nikarin rastiya veşerînin.
Dema di 4’ê Gulana 1937’an erîşê dibin ser Dersîm gotinên wek: ‘yên werin teslîmkirin an jî bi xwe teslîm bibin wê ji bilî nêzîkatiya adil a Komarê bi tiştekî din hevrû nebin. Berevajî, ango hûn gotinên me bi cih neînin, me we dorpêç kiriye. Wê artêşên qehar ên Komarê mehfa we rabike” kar tînin.
Seyid Riza jî di 18’ê Mijdara 1937’an de ku ev li hin deveran wek 15’ê Mijdarê derbas dibe, li Meydana Genim a Elezîzê tê înfazkirin. Lê ruxme ku erîş hovane ne Seyîd Rizayê kal gotinên wek; ”Min derewên we nikarî, ew ji min re bû ders; min jî li hemberî we çok danenî, bila ew jî bi we re bibe derd” bi ser bilindî kar tîne û wiha berve sedarê ve diçe.
Lê em bizanin ku yên ku wek Zeynel û Rayber îxanet kirine di milê Dewleta Tirk ve tên înfaz kirine. Mêtingeriya Tirk ew e bi xwe ye.
Rejîma Kemalîst çawa qirkere di gotinên rêveberê demê Sabrî Çaglayangîl wiha tê ser ziman:; “…Ez encamê dibêjim. Van qebûl nekirin, derbasî şkeftan bûn. Artêşê gaza jehrî bi kar anî. Ji deriyê şkeftan ev mîna mişkan hatin jehrîkirin. Û ji heft heta heftê salî ew Kurdên Dersîmî birîn. Harekatek xwînî bû.” Çawa jerî kar anîne bi xwe tînine ziman.
Her wiha fermanderek yê demê Muhsîn Batûr di bîranînê xwe de wiha dibêje: “…Hinekî dûrî Elezîzê, li qûntarên Xarpûtê me artêşgehek bi konan danî. Piştî demekê me Pertek kir rawestgeha xwe ya yekem û wisa em ketin nav liv û tevgerê. Me zêdetirî du mehan wezîfeyek taybet meşand. Ez ji xwendevanên xwe lêborînê dixwazim û xwe ji vê beşa jiyana xwe dûr didim…”
Gelo ev bêşa ku ev li jiyana xwe dûr dixe çi hovîtiyên dihewîne?
Her wiha Albay Hûlûsî Yahyagîl jî wiha dibêje û di nivîsîne: “Di 1938’an de ji bo pêşîgirtin û tepeserkirina Îsyana Dersîmê em hatibûn wezîfedarkirin. Tiştê ku digotin îsyan jî, hin gundên çiyayî wê salê baceyên xwe nedabûn. Fermana ku ji me re hatibû jî yek peyv bû: Îmha. Tinekirin, ji bo bace nedane… Kî dikare vê fikrê, pêkanînê bixe meriyetê? Yên zorbe, sûcê mirovahiyê kirine. Helbet, bace milekî vî karî ye; sedema rastîn Tirkkirina Dersîmê bû. Ez fermandarê yekîneyê bûm, fermana ji me re hatibû ew bû ku ti tiştekî zindî nehêlin…”
Me her tişt ne zelal e?
Ji bo qirkirna hovana ya li Dersîmê Plana 7 T tê gotine.
7 T ev in:
Te’dîb; terbiyekirin, biedepkirin.
Tenkîl; cezakirin.
Taqtîl; qetilkirin.
Tehcîr; koçberkirin.
Temsîl; bişavtin.
Temdîn; medenîkirin.
Tasfiye; qedandin, bêbandorkirin.
Wê rêbaza qirkirinê re rêbaza Komkujiya Sor tê gotin. yek jî rêbaza Komkujiya Spî ango Qirkirina Çandî tê gotin heye. Ev hêna xeter û kirêttire.
Mamostayeke mîsyoner a jin Sidika Avar a şandine Kurdistanê di bîranînên yên di pirtûka bi navê “Kulîlkên Min ên Çiyê” tiştên anîne zimên ji vê re mînaka herî baş e. Di vê xebatê de Avar wiha dibêje: “Ataturk tiliya xwe dirêjî jina ciwan a mîsyoner kir – Biçe… Biçe gundên çiyê… Cemiyetek bi rêya jin û dayikê tê fethkirin. Keçên tu ji wir bigirî perwerde bike… Paşê wan cardin bişîne cihê wan. Tiştên te fêr kirine wê bi xwe re bibin, wê bidin fêrkirin…’
Ev misyora faşîst diçe Kurdistan û keçên ku temenê wan navberê 8 û 12 salî perwerde dike. Tirkî ferî wan dike û Kurdî qedexe dike. xwarinên Tirka ferî wan dike û her wiha cilên Kurdî qedexe dike û cilên Tirkan li wan dike. Û wan pê re jî dişînin cihê bav û kalan. Di rastiya xwe de keça ku vedigere cihê xwe êdî tevahî amûrên Qirkirina Spî bi xwe re dibe gundê xwe û di qundê xwe de wek xançerek dijmin ti serî de zarokên Kurdan pê re jî dayik û bavên xwe di bişavtinê de derbas dike. bi gotinek din oto bişavtinek mukemel rêve diçe. Ev rêbazek ewqasî qirêj û gemare ku yên ku vî karî dikin bi serbilindî vî karî dikin. Û heta xwe wek lehengên civakê dibînin.
Kesên wiha di rastiya xwe de asîmîladosin. Mêjîyê wan hatiye feteh kirine. Yên wiha destên wan; ”Çek nagire, ev dest şûr nagire, ev destê dost e, ev dil dilê dost e! – Pênûs digire, derziyê digire…’ Bi gotinek din destên wiha êdî destên mirovên ku hatine teslîm girtine, êdî destên wiha kedî ne ango bê dest in. Bê mêjîne. Êdî kesên wiha Sendroma Stockholmê dijîn ango aşixê dijminê xwe ne.
Êdî rehete ku; rêxistinên milis wek Koruciya werin sazkirin. Înkar dikare hêna bêtir were kûr kirin. Bi dibistanên şevînî û şandina keçan a dibistanê, bi peyda kirina tîpên latînî texrîbata çandî hêna kûrtir dibe. Êdî Kurd dibin madeya xam ji çanda Tirk re. Bi şewqe û cil û bergên Tirkî ji xwe dûrxistin. Bi leystina demografiye Kurd belav kirin. Bi fethkirina partiyan ji hundir ve kirina partiyan a bi xizmeta xwe. Li rojavayê Firatê paqijkirina Kurdan. Bi rêxistînên çete pernisandina civakê. Şikandina vînê. Guhertina navan. Şikandin û hilweşandin. Bi hev dane kuştin. Parçekirina eşîran. Radestgirtina takekes. Bi rêya mûxtaran wek xebata sîxurtiyê ketina hetanî bi nava gundan.
Bila gotinên Rêber Apo yên wek; ”Koma tê asîmîlekirin, nasnameya wê bi xwe û hêza wê ya berxwedanê tê şikandin, di nava elîtên serdest de ji bo bibin koleyên kêrhatî tê amadekirin… Li vir fonksiyona bingehîn a koleyê tê asîmîlekirin ew e, ji sedî sed divê bişibe efendiyê xwe, ji bo bibe perçik û dûvikê wî her tiştî dike ji bo xwe bide qebûlkirin û bi vî awayî di nava sîstemê de ji xwe re cihekî çêke…
Yên ku komkujî ango qirkirin pêkaniye Kemal Ataturk e, yê ku qira Kurdan aniye Mustafa Kemal Ataturk e, lê navê gelek Kurdan îro Kemal e, heta gelek ji wan Kurdên ku li Dersîmê de hatine qetlkirin îro di partiya Mustafa Kemal Ataturk CHP de xîzmetçîne. Heta gelek ji wan aşixê Înonû yê qetl in.
Heta, asîmîladosî ewqasî bi serkeftî pêkhatiye ku Serokê CHP yê îroyîn him navê xwe Kemale, him Kurde, him Aleviye û him jî Kemalîsteke ango qetilê Kurdan e!
Ma li vê wêdetir Şerê Taybet dibe?”
https://www.nuceciwan34.com/ku/2019/11/04/sere-taybet-dema-kemalizme-1/