NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên Enternasyonalîst ên li Rojava hem bi daxuyaniyekê hem jî bi peyameke ji dîmen banga parastina şoreşa Rojava kirin.
Di daxuyaniyê de meşên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk di 2’ê Mijdarê de li tevahiya dinyayê pêk hatin hatin bibîrxistin û hate destnîşankirin, ku ev yek bûye kelecan û hêviyeke mezin ji bo berxwedêran.
Enternasyonalîstan ragihandin ku çalakiyên li tevahiya dinyayê pêk tên nîşan didin ku ew bi tenê nînin û hemû beşdarên xwedîderketina li Rojava silav kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Berxwedan, mîna şoreşa me jî, berdewam dike û îro ji her demê zêdetir ji me re destek û piştgirî pêwist e.
Dema mirov şoreşekê li hemberî baviksalarî, netew-dewlet û kapîtalizmê pêk tîne, ji xwe tu nikare li hêviya dewletên din bimîne ku destek bidin te. Tê gotin ku ji xeynî çiyayan tu hevalên kurdan tune ne, lê di 2ê meha mijdarê de me dît ku ev ne rast e. Hevgirtina navnetewî ku Rojava dibîne pir bandor dike; em wekî hevalên enternasyonalîst li Rojavayê pir jê bandor dibin û bi vî awayî dikarin li cepheya vê şoreşê li ber xwe bidin û xebatên xwe yên cûr bi cûr pêk bînin. Ji ber ku em dizanin ku hemû têkoşînên me bi hev du re giredayî ne. Îro têkoşîna me li Rojavayê, lê sibe dibe ku li deverekê din be. Bi parastina Rojavayê em ne tenê gel û şoreşa li vir diparêzin, lê em hêviya ku cîhanekê din mumkîn e diparêzin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Demokrasî ala me ye, lê ne demokrasiya parlamento a ku hêzên Rojavayî hewl didin ser tevahiya cîhanê ferz dikin. Em ala komîn, demokrasiya meclîsên gel ên heremî hildidin.
Ji bo vê, em banga parastina vê şoreşê dikin û wê deverê veguherînin çavkaniya moderniteya demokratîk a cîhanî.”