NAVENDA NÛÇEYAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:
“Hewldana dagirkeriyê ya artêşa TC a dagirker ku di 27’ê Gulana 2019’an de li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin, li berxwedaneke dîrokî ya hêzên me rast hat. Di 28’ê Gulanê de di şerê navbera hêzên me û artêşa TC a dagirker de, her wiha ji ber bombardûmanê hevrêyên me Denîz, Firat, Mervan, Soro, Şiyar û Yûsûf şehîd bûn. Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Denîz Devrîm
Nav paşnav: Nûrûllah Aytûlûn
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Behiye-Reşît
Dem û cihê şehadetê: 28’ê Gulana 2019’an / Xakurkê
***
Nasnav: Firat Zagros
Nav paşnav: Emre Alçîçek
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Kûbar-Cemîl
Dem û cihê şehadetê: 28’ê Gulana 2019’an / Xakurkê
***
Nasnav: Mervan Reşo
Nav paşnav: Enver Çîftçî
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Nesrîn-Sevdîn
Dem û cihê şehadetê: 28’ê Gulana 2019’an / Xakurkê
***
Nasnav: Soro Faraşîn
Nav paşnav: Azad Temel
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Fatma-Cafer
Dem û cihê şehadetê: 28’ê Gulana 2019’an / Xakurkê
***
Nasnav: Şiyar Amanos
Nav paşnav. Abbas Alakaşli
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Selamat-Abudlmecît
Dem û cihê şehadetê: 28’ê Gulana 2019’an / Xakurkê
Nasnav: Yûsûf Garzan
Nav paşnav: Naîm Başaran
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Fatma-Giyasettîn
Dem û cihê şehadetê: 28’ê Gulana 2019’an / Xakurkê
Hevrêyên me Denîz, Firat, Mervan, Soro, Şiyar û Yûsûf di dema êrişa dagirkeriyê de ku artêşa TC a dagirker li Xakurkê dest pê kir, bi rengê lehengî li dijî artêşa dagirker bi fedayîtî şer kirin. Li dijî zîhniyeta faşîst ku hewl dide xaka Kurdistanê dagir bike bi bawerî û îradeyeke mezin nirxên gelê Kurdistanê parastin. Di vê berxwedana dîrokî de derbêng iran li dijmin xistin û her yek ji wan bûn gerîlayekî profesyonel û berpirsyariyên xwe yên dîrokî pêk anîn. Li her qada ku lê bûn bi wezîfeya pêşengiyê tevgeriyan, bi kedkarî û fedakariya xwe di hişê hevrêyên xwe de neqişîn.
Em soz didin ku em ê ala azadiyê ya hevrêyên xwe Denîz, Firat, Mervan, Soro, Şiyar û Yûsûf bi azadiya Rêbertî û azadiya Kurdistanê tacîdar bikin. Em sersaxiyê ji malbatên welatparêz ên van hevrêyên xwe yên hêja û gelê Kurdistanê re dixwazin ku lehengên bi vî rengî mezin kirin.”