TIL TEMIR – Dewleta tirk a dagirker bi çeteyên xwe ê DAIŞ û el-Nusra ji 9’ê Cotmehê û vir de bi awayekî hovane êrîşî gelên Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê dikin. Li dijî êrîşên dagirkeriyê gelên herêmê axa û warê xwe ne berdane û di çeperên şer de cihê xwe digrin. Nûçegihana me rewşa şervanên ku di çeperên li gundên Til Temirê wek Tewila, Gozeliyê, Erbeîn, Eltewîla, û Leylan cihê xwe digrin şopand.
Şervanên QSD di çarçoveya Berxwedana Cenga Rojava parastina gel û axa xwe dikin. Şervanên ku sev û roj parastinê gundên xwe dikin, hemû hewldanên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ê ketina gundan asteng kirin. Şervanan da diyarkirin ku moralê wan bilinde û ew ê heta dagirkeriya tirk tune bikin di çeperan de şer bikin.