ŞENGAL – TAJÊ û YJCÊ bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Şenalê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de bang li dewleta Iraqê hat kirin ku li dijî van êrîşan helwesta xwe nîşan bide.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwanên Êzidî (YJCÊ) bi daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar êrîşa dewleta Tirk ya hewayî ku roja 4’ê Mijdarê (duh) li dijî navendeke YBŞ’ê ya li Xanesora Şengalê pek anî bû û di encama êrîşê de 3 şervanên YBŞ’ê birîndar bûbûn, şermezar kirin.
Daxuyanî wiha ye;
“Dewleta Tirk ya dagirker û faşîst bi piştgiriya navneteweyî van êrîşên xwe pêk tîne. Dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî Kurd, Ereb û Suryanan êrîşên tunekirinê pêk tîne bi heman rengî dixwaze li Şengalê jî li ser gelê Êzidî komkujiyan pêk bîne. Emê bi hemû hêza xwe li dijî van êrîşan rawestin. Bi van êrîşan gelê Êzidî tune nabe û îradeya wê nikare bê şikandin.
Divê dewleta Iraqê li hember van êrîşan helwesta xwe nîşan bide. Ger dewleta Iraqê bêdengiya xwe bidomîne wê ev êrîş berdewam bikin û li ser Iraqê metirsiyeke mezin ava bike. Divê Emerîka jî qada hewayî ya Iraqê ji balafirên dewleta Tirk re bigire û nebe hevkarê êrîşên dewleta Tirk.
Ev êrîş li ser nirxên civaka me hatiye kirin. Weke TAJÊ û YJCÊ em van êrîşan şermezar dikin û em dibêjin ku emê li dijî hemû êrîşên li ser xaka xwe bêdeng nemînin û û li ber xwe bidin.”
Şirovê 1