NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 7 şervanên di encama bersivdayîna êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Serêkaniyê, Zirgan û Til Temirê de şehîd bûne, eşkere kirin.
Daxuyanî wiha ye:
“Hêzên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êriş û hedefgirtina bajar û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêserûber bêyî cûdabûna di navbera sivîl û leşkeran de didomînin. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk li gelek eniyan berxwedaneke bêhempa li dijî van êrişan raber dikin. Di şerê bersivdanê de hejmara şervanên me gihiştin asta şehadet û şerefê.
Em Hêzên Sûriyeya Demokratîk soz didin şehîdan û malbatên wan ku em ê bersiva dijminatiya Tirkiyê bidin ku herêmên me dike hedef.”
Nasnameyên şehîdan wiha ne:
Nasnav: Xelîl
Nav û paşnav: Îbrahîm Etellah El-Xeyrî
Navê dayikê: Yazî
Navê bav: Etellah
Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê 13‘ê Cotmeha 2019`an
***
Nasnav: Derwîş Garzan
Nav û paşnav: Fehmî Şerîf
Navê dayikê: Meryem
Navê bav: Şerîf
Cih û dîroka şehadetê: Gundewarê Zirganê- 31‘ê Cotmeha 2019`an
***
Nasnav: Îdan Hesekê
Nav û paşnav: Şibil El-Ehmed
Navê dayikê: Wedha
Navê bav: Hemîd
Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê – 11‘ê Cotmeha 2019`an
***
Nasnav: Maysro Derdo
Nav û paşnav: Hemedullah Xelîl
Navê dayikê: Sultana
Navê bav: Xelîl
Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê- 17‘ê Cotmeha 2019`an
***
Nasnav: Ronî Simko
Nav û paşnav: Emîr Rindî
Navê dayikê: Şadiya
Navê bav: Ebdurehman
Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê- 17‘ê Cotmeha 2019`an
***
Nasnav: Kendal Jiyan
Nav û paşnav: Abdullah Nesan
Navê dayikê: Nûra
Navê bav: Ehmed
Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê 11`ê Cotmeha 2019`an
***
Nasnav: Elîşêr
Nav û paşnav: Mûsa El-Xidir
Navê dayikê: Zehra
Navê bav: Xidir
Cih û dîroka şehadetê: Til Temir- 1`ê Mijdara 2019`an