QAMIŞLO – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Qamiloyê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê meşeke bi meşaleyan lidar xistin. Bi sedan ciwan tevlî meşê bûn û ‘Berxwedana Cenga Rojava’ silav kirin.
Meş ji çerxerêya Azad “Sonî” ya aliyê rojhilatê bajêr dest pê kir û di nava kolanên bajêr de geriya. Di meşê de pankartên silavkirina Berxwedana Cenga Rojava û şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan, Ciwanên MSD’ê û QSD’ê hatin hildan û dirûşme hatin berzkirin.
Meş li ber çerxerêya şehîd Rûbar veguherî mîtîngê.
Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li herêma Cizîrê Miwefeq El-Ehmed axivî, anî ser ziman ku erdîngariya biçûk a li dijîn li cîhanê deng venda, doza gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye dozeke cîhanê û got: “Ev serkeftineke mezin ji bo şoreşa me ye ku bi keda şervanên QSD’ê hatine bidest xistin.”
Ehmed di dawiya axaftina xwe de got: “Çi dibe bila bibe em li ser xaka xwe û dest jê bernadin.”