NAVENDA NÛÇEYAN – Ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve dewleta tirk a dagirker bi çeteyên xwe ê DAIŞ û El-Nusra êrîşî gelê Rojavayê Kurdistanê bakur Rojhilatê Sûriyê dikin. Şervanên QSD’ê bi parastina rewa bersivê xurt didin êrîşên dagirker ên tirk. Ragihandina QSD’ê dîmenên kêliyên berxwedana Şervanên xwe parvekir.
Şervanên ku di çeperên Şer ên gundên Zirganê, gundên Til Temir û Eyn Îsa li berxwe didin û bi awayekî xurt bersiv didin êrîşên dagirker, ji aliyê ragihandina QSD’ê hate kişandin. Ragihandina QSD’ê li ser kanal xwe dîmenên kêliyên berxwedana Şervanan parvekir.