QAMIŞLO – Endama Destaya Rêveber a TEV-DEM’ê û endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif derbarê êrîşên dagirker ên dewleta tirk a qirker û çeteyên wê li ser ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê bersiv da pirsên nûçegihanê me. Di beşa duyemîn a hevpeyvînê Foza Yûsif erk û berpirsyartiya Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê anî ser ziman û banga avakirina înîsyatîfek kir ji bo ku xebatê Kongreya Netewî bi encam bibe. Foza Yûsif destnîşan kir ku tekane riya têkbirina êrîşên dagirkeriyê yekîtiya gelê Kurd û bang li hemû partiyên sîyasî kiri ku berjewendiyên xwe ê şexsî û biçûk bavêjin. Her wiha Foza Yûsif bang li Ciwanên Kurdistanê û cîhanê kirin ku ji bo rûmeta xwe tevlî Berxwedana Cenga Rojava bibin.
Beşa duyemîn a hevpeyvîna ku Nûçegihanê me bi Foza Yûsif re çêkiriye wiha ye:
– Piştî êrîşên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê berxwedaniyek bêhempa hate destpê kirin. Gelek ciwan tevlî seferberiyê bûn û berê xwe dan çeperên şer. Wûn vê çawa dinirxînin û banga we ji bo Ciwanên Kurdistanê û cîhanê heye?
“Îro ax û gelê Kurdistanê di bin êrîşek dijwar de ye û polîtîkayên qirkirinê û ya komkujiyê li ser me tê meşandin. Dijminê me cardin dixwazin ku Ciwan bibin koleyê dewletên dagirker. Bibin eskerê wan, bibin artêşa wan. Çawa em di sedsala 20’emîn de be azadî, bê ziman û bê pêşeroj man, dijminê me dixwazin ciwanên me disa mehkûmî çanda xwe, zimanê xwe û sîstema xwe bike. Ev yek jî mirine ji bo me. Pêwiste em qedera xwe, çarenûsa xwe biguherînin. Divê êdî Ciwanên Kurd qebûl neke ku bibin eskerê dijminê xwe, ku bibe artêşa dijminê xwe ya li dijî gelê me şer dike. Êdî dem hatiye ku em bibin eskerê artêşa xwe. Dema hatiye em bibin neferên ku nirxê xwe, welatê xwe û axa xwe diparêzin. Em berê xwe nedin dewletê ku Kurdistan perçe kirine. Gelê me bi qirkirine rû bi rû hiştine. Xelasî ne di Ewrûpa de ye. Xelasî ne di revê de ye. Em kuderê ve biçin, wê Kurdayetî li du me be. Em li kuderê jiyan bike, em nikarin bê nasname û bê rûmet jiyan bikin. Mirovê bê welat, bê axa, bê azadî û bê nasname miriye. Tunebûna wî ji hebûna wî baştir e. Kesên bê axa, bê rûmetin. Ciwanên bê welat, bê rûmet û bê pêşeroj divê xelasiya xwe, ku me ji çanda me, netewa me qut dike nebine. Xelasiya me, pêşeroja me di jiyanek bi rûmet, bi nasname û di jiyanek ku em ziman û hebûna xwe misoger kiriye tê de veşartiye.
Ji bo vê jî îro li ser Rojavayê Kurdistanê ferman tê meşandin. Êrîşek qirkirinê û tunebûnê pêk tê. Pêwiste Ciwanên Kurd û herkesê bi namûs û rûmet, herkesê bi welat û axa ve girêdayiye li erkên xwe xwedî derbikevin. Cihê ciwanan divê di nava refên YPG, YPJ, QSD û hêzên xweparastinê de be. Cihê ciwanan ne ew kolanên dijminan ne, ne kolanên yê dixwazin gelê me ji holê rakin û ne kolanên Ewrûpa ne. Cihê me ew ku em di cehpên rûmetê de, di şerê rûmetê de, di şerê hebûnê de em cih bigrin, ji bo em ew trajediya sedsala 20’an dîsa jiyan nekin. Ji bo ku em jî bi naleta dirokî û şermezariya dirokî rû bi rû nemînin. Banga me ji bo hemû Ciwanan ku berê xwe bidin YPG û YPJ’ê. Ev cih, cihê rûmet û hebûnê ye. Cihê ku em ê azadiya xwe bidest bixînin. Divê em hemû kes xwe bi çeka YPG û YPJ û bi rûmeta wê bixemlînin. Xemla me, hêza me, ciwantiya me di azadiyê, wekheviyê û edaletê de ye. Ev hereket, hereketa ciwana ye. Projeya Rojavayê Kurdistanê projeya ciwantiyê ye. Pêwiste em li ciwantiya xwe û hebûna xwe xwedî derkevin. Herbijî Şoreşa Rojava ku wek Şoreşa Ciwantiyê xwe derxistiye pêş. Herbijî Şoreşa Azadî û Wekheviyê. Herbijî Ciwanên Şoreşger ku hebûna xwe di parastinê, azadiyê û di wekheviyê de dibînin.”
– Berxwedana gelê Kurd li Rojavayê Kurdistan berxwedanek dirokiyê. Wûn çawa rola Kurdên li Başûr û Bakurê Kurdistanê dinirxînin?
“Ev êrîş ne tenê li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê ye. Jixwe li Bakur Akp’ê bi temamî faşîzm li ser Kurdan dimeşine. Başûrê Kurdistan jî dibin dagirkeriya dewleta tirk de ye. Ne tenê di milê aborî de, ewqas baregehên leşkerî wek şûrekî li ser Başûrê Kurdistanê ye. Di milê aborî Başûr dagir kiriye, dixwaze di milê çandî jî dagir bike. Başûr di xeteriyek mezin de ye. Her wiha Rojhilat jî bi wan îttîfakên navbera Tirkiye û Iranê di xeteriyê de ji ber ev îttîka li dijî Kurdan çêdibin. Ji bo Kurd negehje mafê xwe, ji bo tunebûna wan ev îttîfak tên pêşxistin. Pêwist bû helwestên li tevahî Kurdistanê hin xurtir ba û encamên hin xurtir bixwe re bianîna ba. Li gorî asta xeteriyê û komkujiyên ku tên kirin, helwest lawaz bûn. Em sekna gelê me ê ku helwest raber kirine bi nirx û pîroz dibînin. Lê belê xeterî bi rastî pirr mezine. Emm têkoşîna xwe bi nav dikin û dibêjin têkoşîna hebûn û tunebûnê. Ev şer ji bo Kurdan pir cuda ye. Dewletê din ger vî şerî wenda bikin dibe ku hindek berjewendiyên xwe wenda bikin, lê em ê hebûna xwe wenda bikin. Hebûn wenda kirin û berjewendî wenda kirin pirr ji xwe cuda ne. Divê berxwedan, li Rojava û hebûna xwe xwedî derketin asteke hin mezintir deba. Di warê eskerî de, sîyasî de û dîplomasî de divê helwest hin xurtir ba. Hin betir gelê me helwest dide nîşandan. Lê rayedarên sîyasî, rayedarên ku pêşengtî dikin mixabin heta niha ew berpirsyartiya ku pêwistbû bida nîşandan, çalakî û helwestên ku pêwistbû pêş bixistan li gorî Gel pirr di paş de ye û pirr pasîfin. Bi vê sekna pasîf em nikarin Kurdîtiyê û Hebûna xwe biparêzin, em nikarin xwe ji komkujiyan rizgar bikin. Her carê li ser perçek ev polîtîka pêş dikeve. Dixwaze me ji hev qut û îzolê bikin. Yanî dixwaze me perçe perçe tasfiye bikin. Ji ber vê êrîşa li ser yek perçî êrîşa li ser tevahî perça ye. Ger Rojava derbe bixwe, destpêkê Başûr dikeve nava çemberê û êdî nema dikare nefes bigre. Çawa Rojava bifetisine wê Başûr jî wiha bifetisînin. Bakur û Rojhilat jî heman awayî wusa. Divê em bi vê hişmendiyê tevbigerin. Ev sekna pasîf ku pêş dikeve, rewşek bir xeter e. Ji ber vê divê hemû keda me a di milê eskerî û dîplomasî di asta xeteriyan de bin. Hevkariyên ku tên kirin pêwiste di asta xeteriyê de bin. Lê ev niha ne wusa, û dibe sedem ku dijmin cesaret jê bigre. Ger li her deverê Berxwedan bê pêşxistin wê barê Rojava jî sivik bibe. Em hin baştir bikarin pêşiya vê komkujiyê û sîyaseta qirkirinê bigrin.”
– Piştî êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ û El-Nusra li ser Rojavayê Kurdistanê xeteriya qirkirina nijadî û çandî jî heye. Ev xeterî çiqasî dikare bandora xwe li ser netewiya Kurdan li hemû perçan bike?
“Me hêvî dikir ku çawa dijminê me bi hemû partiyên xwe ê muxalefet û yê nêzî Akp’ê bihev re tezkere derxistin û êrîş destpê kirin, partiyên Kurd jî dev ji berjewendiyên xwe ên biçûk berda ba û bûbiya yek hêz. Pêwist bû li derdora nirxên netewî biban yek, li derdora têkoşîna ku li dijî wan xeteriyan derdikeve biban yek. Derket holê ku asta sîyasî têra nake, hindek kes dikare ji bo berjewendiyên xwe ê şexsî, ji bo ê malbatî û partî dikarin hemû nirxên netewî binpê bikin. Dikarin guh nedin û xeteriyan jî nebin. Wusa normal tevdigerin wek ku tiştek tune be. Ev jî xefletek û xwe xapandinek gelekî mezin e. Encamên wê jî wê pirr giran bin.”
– Li çeperên li Rojava li dijî artêşa tirk a dagirker û çeteyên we wek DAIŞ û El-Nusra berxwedaniyek mezin heye. Wek bersiva vê jî li Başûrê Kurdistan tevgerek boykotê û kampanyayê alîkariyê hene, ev çiqas têrkere û çiqas wê bibe bersiv?
“Ev êrîşa dijwar em nikarn tenê bi boykotê an jî hindek alîkariya maddî em pêşiya wê bigrin. Wek me daxuyakirin, ev êrîş êrîşek leşkerî ye, sîyasî ye, çandî ye. Ji bo vê jî tenê hindek helwestên gel têrê nake. Bêguman ev helwest pirr bi wate ne, bandora wê jî li ser rih û hestên netewî heye. Pêwist ev bê berdewam kirin, lê tena serê xwe ne têrkere. Hindek alîkariya maddî komkirin pêşiya komkujiyan nagire.
Heta niha pêwist bû rayedarên Başûr di warê eskerî de alîkariyek pirr mezin bi Rojava re bikara, heman awayî di aliyê dîplomasiyê de. Di aliyê sîyasî pêwist bû helwestek bida nîşandan. Lê heta niha tene bi hindek alîkariyê mirovî an jî bi hindek daxuyaniyan ev xeterî nayê sekinandin. Li Serêkaniyê û Girê Spî niha projeya guhertina demografiyê tê meşandin. Ev jî ketiye rojeva Netewên Yekbûyî de. Tirkiye dixwaze ev komkujiyên xwe rewa bikin û bi destê Netewên Yekbûyî dixwaze vê bike. Li hemberî vê pêwiste em qiyametê rabikin. Pêwiste rayedarê Başûr li kiderê dinyayê derfetên wan ê dîplomasî hebe, xebat bikin ji bo ev guhertina demografîk çênebe. Ji bo ev proje pêk neye, pêwiste li her derê zext bike û helwest nîşan bide. Ev seferberiya ku gel daye destpê kirin, tenê li ser yek lingî dimeşe, ew jî yê gel e. Ev jî lawaz dimine. Helwestên heta niha hatine nîşandan xeteriyê nade sekinandin, hin betir cesaretê dide dijmin ku hin zêdetir pêş de biçin. Eger helwestek xurt nebe, ew dem cesaretê dide dijmin jî. Pêwist bû Başûrê Kurdistanê zextekî mezin li ser ENKS’ê bikara, ji bo ku helwesta xwe a netewî sererast bikira û guhertin tê de çêbikira. Bandora Başûrê Kurdistanê li ser ENKS’ê pirr zêde ye. Lê heta niha ev ne yekbûna Kurdan tenê cesaretê daye dijmin.
Hin jî ev xeterî berdewam e, her roj hin şahadet hene, êrîş li ser gundan hene. Dewleta tirk û çeteyên wê bi awayekî tund, ruxmê ku ji cîhanê re dibêje me şer daye rawestandin, lê derewek mezin dikin û hin bêtir şer mezintir dikin. Li kiderê Kurdistanê dibe bila bibe, pêwiste li dijî wan kiryarên dewleta tirk helwestên xwe ji nû ve berbiçav derbas bikin û bi hemû derfetên xwe li dijî vê xeteriyê derkevin. Pêwiste pêvajoyek a seferbertiyê ya nû bê destpê kirin. Ji bo em bikarin encam bigirin. Riya xelasiyê û rizgariyê di avakirina stratejiek netewî a hevbeşe de derbas dibe, ku her çar helên Kurdistan bihev re di aliyê parastin, dîplomasî û hem jî di aliyê misogerkirina mafê xwe hevbeş têkoşînê pêş bixin. Herkes behsa Kongreya netewî dike, lê belê seknek ciddî di aliyê vê kongreyê de nine. Pêwiste êdî ev pêvajoya axaftinê bê derbas kirin û înîsyatîfek bê avakirin ji bo banga kongreya netewî çêbibe. Em wek hêzên sîyasî ên Rojavayê Kurdistanê bang dikin, ku em li hev rûnê, em her çar parçê Kurdistan li hev rûnê û qedera xwe diyar bikin. Ji bo ku em rewşa sedsala 20’emîn disa dûbare nekin. Di sedsala 21’emîn de îhtiyaca Kurdan bi Yekîtiyê heye, bi Kongreyek Netewî heye ku tê de stratejiya xwe a sedsala 21’emîn de diyar bike. Dervî vê em nikarin xwe ji vê rewşê rizgar bikin, nikarin xwe ji komkujiyê rizgar bikin.”
NC/Bîrhat Amanos
https://www.nuceciwan34.com/ku/2019/11/05/foza-yusif-xeteriya-li-ser-soresa-rojava-xeteriya-li-ser-tevahi-cihane-ye/