NAVENDA NÛÇEYAN – Li derdora gundê Bîr Îsayê yê rojhilata navçeya Eyn Îsayê şerekî giran rû dide. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra êrişî gundê Bîr Îsa yê rojhilatê navçeya Eyn Îsayê kirin. Li ser bersivandina şervanên QSD’ê li gund şerekî dijwar rû dide.
Di milê din jî balafirên keşfê yên artêşa dewleta Tirk a dagirker di van kêliyan de depoya gundê Sergirakê yê dikeve rojhilatê navçeya Eyn Îsayê bombebaran dike. Her wiha Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundên Bînê û Aqibê yên navçeyên Şêrewa ya kantona Efrînê bi dijwarî topbaran dike.