QAMIŞLO – Li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker ku li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê dimeşine, şagirtên dibistanên Qamişlo û xwendevanên wê bi hezaran daketin qadan û berxwedana şervanên QSD’ê silav kirin.
Şagirt û mamosteyên Qamişlo bi meşekê êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên we yên li ser axa wan şermezar kirin û Berxwedana Cenga Rojava silav kirin. Şagirt û Xwendevanên li tevahî Rojava ku ji ber êrîşên dagirker ji mafê xwe yê perwerde diminin û ev yek bi daketina qadan bi tundî hate şermezar kirin.
Şagirt, Xwendevan û Mamosteyên dibistanên Qamişlo bi unîforma û çenteyên xwe ê dibistanê û bi hilgirtina alên QSD’ê meşek gireseyî pêk anî û daxwaza bidawî kirina dagirkeriya tirk kirin. Bi sloganên wek “QSD dimeşe erd û ezman diheje” şagirtan Berxwedana Cenga Rojava silav kirin.
Çalakiya şagirt û mamosteyan li ber navenda Komseriyê ya NY’yê (UNHCR) bi dawiyan bidawî bû.