GIRÊ SPÎ – Di heman demê de, şervanên QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de, li gundê Kefifa ya girêdayî Girê Spî bersiva êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dan.
Di encamê de, 11 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û cenazeyên wan li qada şer man. Her wiha 6 çete jî birîndar bûn û çekeke çeteyan kete destê QSD’ê û şervanan li gund çebilxane û amûrên çeteyan teqandin.