SILÊMANÎ – Li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Baûr û Rojavayê Kurdistanê pêngava boykotkirina kelûpelên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê didome. Ciwan û xwendekarên zaningeha Silêmaniyê bi belavkirina blavokên boykotê beşdarî vê pêngavê bûn.
Xwendekarên ku li navenda bajar belavokan belavkirin, bang li hemû kesî kir ku beşdarî boykotê bibe, da ku em aboriya dijminê xwe mezin nekin ji ber ku bi perê me bombe û fişekan dikirin û pê zarok û gelê me qetil dikin. Xwendekar wiha domand: “Herkes nikarin di çepheyên şer de têkoşîn bikin lê herkes dikarin beşdarî vê boykotê bibe, ji bo ku em derbên kuştine li dewleta tirk a dagirker bidin.”