STÛTTGART – Ji bo bal kişandina li ser êrîşên qirker ên dewleta tirk a dagirker li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê Ciwanên Kurd li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê çalakî lidar xistin. Ciwanên Kurd bi pankarta ku li ser wê “Şoreşa Rojava biparêze, êrîşên dewleta tirk a dagirker bisekînin” hatibûn nivîsandin ketin salona zanîngehê û dersê da sekinadin.
Piştî ciwanan dersê da sekiandin hewl dan bi daxuyaniyekê armancên çalakiya xwe û buyerên li Rojavayê Kurdistanê ji xwendekaran re ragihine. Mamosteyê zanîngehê xwest çalakiyê bide sekinadin, lê lim hemberî biryardarî ciwanên kurd necar ma dersa xwe bide rawestandin. Çalakiya ciwanan bi awayek^ş serkeftî û bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Rojava bidawî bû.