ROJAVA – Ciwanên Başûrê Kurdistanê ku tevlî Berxwedana Cenga Rojava bûne û di çeperên şer de cihê xwe digrin bersivên tund dan axaftinên Neçirvan Barzanî û hikumeta Başûr yên ku hevkariya dewleta tirk a dagirker dikin.
Şervanên ji Başur daxuya kirin ku armanca dewleta tirk ne ‘PKK’ ye, armanca wan tunekirina Kurdan û binxistina destekeftiyên gelên Kurd li her hêlên Kurdistanê ye. Şervanan bi bîr xist ku PKK jî Tevgerek Azadiyê ya Gelê Kurd û daxuyakirin ku li Rojava tenê QSD, YPG û YPJ heye, lê dewleta tirk bi hencetên bê bingeha dixwaza fermana xwe li dijî Kurdan rewa bike.
Ciwanekî din ên ji Başûr ku li Rojavayê Kurdistanê ye û parastina gelê xwe dike, bersiv da Neçirvan û got: “Piştî referanduma ku dewleta tirk nehişt pêk bê, êrîşên pir dijwar li ser Başûrê Kurdistan destpê kir, lê hikumeta Başûr bi tu awayî ev êrîş şermezar nekirin, heta bi dijminê xwe re hevkarî kirin. Niha jî dijminê me êrîşî Rojava dike, dîsa hikumeta Başûr piştgirî dide dewleta tirk û Neçirvan bi gotinên xwe êrîşên dagirker li ser tevahî Kurdistanê rewa dike.”
Ciwanên ji Başûr ku li dijî dijminê Kurdan şer dikin, di dawiyê axaftinên xwe de ji Neçirvan Barzanî û hikumeta Başûr re ev got : “Ger em îro destkeftiyên Kurdan wek Şoreşa Rojava neparêzin, wê sibê ev dewleta tirk a dagirker biçe Kerkûk, Silêmanî û heta Hewlerê jî, wê tevahî Başûr jî dagir bike. Dagirkeriya li ser Rojava wê bibe dagirkeriya li ser tevahî Kurdistan û gelê Kurd. Em bang li hikumeta Başûr û Neçirvan dikin ku dev ji hevkariya bi dijminê dagirker re berdin û beşdarî berxwedana Gelê Kurd bibin.”
NC/Bahoz Cudî